Li Agiriyê bi deh hezaran kes tevlî mîtînga Partiya Çepên Kesk bûn
Partiya Çepên Kesk li Agiriyê bi tevlêbûna bi deh hezaran kesan mîtîngek li dar xist. Di mîtîngê de hate diyarkirin wê Partiya Çepên Kesk her çar parlementeriyan bi dest bixe.
Partiya Çepên Kesk li Agiriyê bi tevlêbûna bi deh hezaran kesan mîtîngek li dar xist. Di mîtîngê de hate diyarkirin wê Partiya Çepên Kesk her çar parlementeriyan bi dest bixe.
Partiya Çepên Kesk di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Agiriyê bi tevlibûna bi deh hezaran kesan mitîngek li dar xist. Mitîng li Xaçerêya Dortyolê hate lidarxistin. Pankarta “Yuce Sema ya Çiyayê Agiriyê hêj jî roya hiltê ye” mohra xwe li mitîngê da. Her wiha girseyê glek caran dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” û “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” berz kirin. Piştî ku dayika Sema Yuce, Zennûre Yuce, namzetên parlamenteriyê û nûnerên partiyê girse silav kirin, bernameya mitîngê dest pê kir.
Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk ê Agiriyê Cemal Kaya axivî û wiha got: “Yên ji bo me dibêjin; ‘taqeta wan nema ye’ bila baş li vê qadê binêrin. Tecrîd xistin meriyetê, mirov hatin girtin û împaratoriya tirsê ava kirin lê em netirsiyan. Em Kurd in, ev der Kurdistan e.”
Ji namzetên bajar Zelal Yildiz jî ev tişt anî ziman: “Berxwedana ku hûn li vê derê raber dikin, mizgîniya azadiyê ye. Ev coşa we, tirsê dixe nava dilê îktîdara faşîst a AKP-MHP’ê. Ev hilbijartin wê ji bo hemû gelan weke hilbijartineke dîrokî be. Her dengê hûn didin Partiya Çepên Kesk wê were wateya avakirina civaka demokratîk, nîşaneya siberoja azad û birûmet û vekirina deriyên zindanan.”
‘EV COŞA WE EW Ê DERIYÊ ZINDANAN VEKE’
Namzet Heval Bozdag jî wiha got: “Ev coşa we wê deriyê zindanên ku hevalên me tê de weke dîlgirtiyan tên ragirtin veke. Gelê me îro nikare çandiniyê bike, bazirgan nikare sewalan bikire, pêşeroja ciwanan dizîn, keda me xwe xwarin. Hûn neçar kirin ku koçî Kanada û Amerikayan bikin. Demekî nêz maye ku em ê hesabê vî tiştî bipirsin. Serdema pêş ji bo me tevan pir girîng e. Em dixwazin hîn xurtir li ser maseyê cih bigirin. Em perwerdeya bi zimanê dayikê û wekheviya makeqanûnî dixwazin.”
Her wiha namzet Nejla Demîr jî di mitîngê de axivî û wiha derbirî: “Hikûmeta faşîst a AKP’ê qaseyên vî gelî şêlandin. Ev kes razemeniyê tenê ji bo qesrên xwe û alîgirên xwe dikin. Dixwazin ciwanên me bi zextan bêzar bikin. Em ê di vê hilbijartinê de dîwarên wan ên faşîzmê hilweşînin û tecrîdê bi dawî bikin. Divê em bi vê hêviyê biçin ser sindoqan û dersekê bidin wan. Bila dost û dijmin her kes bizane ku em ê teqez bi ser kevin.”
‘DIVÊ TIFAQA ME KURDAN XURTTIR BIBE’
Ji PSK’ê jî Mehmet Yuce axivî û bal kişand ser tifaqa Kurdan. Yuce, wiha got: “Divê em li her deverê bên gel hev û gelê xwe azad bikin. Mîna her gelan divê em jî bikarin nasname û zimanê xwe bijîn. Pirsgirêka me, pirsgirêkeke neteweyî ye. Pirsgirêka me ew e ku zimanê me tê tunekirin, zarokên me tên asîmîlekirin û ev yek talûkeyeke mezin e. Ji bo ku em bikarin gelê xwe ji van gefan biparêzin, divê em bên gel hev. Ev hilbijartin ji bo gelê Kurd pir girîng e. Divê em herî kêm bi 90 parlamenteran bikevin meclisê. Ji bo vê jî hewce ye em bi hemû hêza xwe bixebitin. Ji bo ku em li wê meclisê bibin partiya diyarker divê em vê pêk bînin. Divê makeqanûneke nû were amadekirin û nasnameya me bi awayekî fermî tê de cih bigire.”
Herî dawî jî namzetê parlamenteriyê yê Agiriyê Sirri Sakik axivî û tiştên di hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên di sala 2014’an de li bajar qewimîn bi bîr xist. Sakik, axaftina xwe wiha domand: “Rayedaran di hilbijartinê de dek û dolab kirin. 30 hezar kes li vir kom bûn û xwedî li vîna xwe derketin. Walî hat cem min û ji bo em belav bibin hêvî ji min kirin. Piştre jî me careke din hilbijartin kir. Di hilbijartina duyemîn de xelkê Agiriyê dersekî baş dan wan. Di dema AKP’ê de li vir dizî hebû. Me pêşiya wan diziyan girt, 100 trîlyon deynê wan da û bihayê 100 trîlyonan jî xizmet kir. Em ê li vî bajarî her 4 parlamenteran jî bi dest bixin. Plakaya me 04 e. Em ê 0’ê bêxin stûyê wan û bişînin. Li vî bajarî bêhiqîqî, dizî û zilm heye. Niha katrîlyonan deynê şaredariyê heye. Bi sedan kes li vir hene ku naçin şaredariyê lê meaşê xwe distînin. Heta hinek xebatkarên şaredariyê niha li Îzmîrê xebatên hilbijartinê dikin. Şaredarî milkê bavê we nîne. Yên ku pişta xwe bi îktîdara AKP-MHP’ê germ kiribûn, gef dixwarin. Niha dema hesapirsînê ye. Em qebûl nakin ku li îradeya gel qeyûm were tayînkirin. Ne Suleyman Soylu ne jî yên dikarin vê bikin.”
Di berdewamê de Sakik anî ziman ku dê Agiriyê bikin bajarê aştiyê û wiha pê de çû: “Em ê di dema pêş de 4 parlamenteran bi dest bixin û piştre jî şaredariyên 7 navçe û navendê bi dest bixin. Em dizanin ku ev bajar bajarekî xizan e. Xelkê bajar her tim koç dike. 45 hezar zarokên vî bajarî li derveyî welat dijîn. Ji ber ku li vir zext heye û zikê wan têr nabe. Ev bajar bajarê çandinî û sewalkariyê ye lê mirov ji bo kirîna goştê erzan li pêşiya Saziya Goşt Masiyan dikeve rêzê. Ev, şerma vî welatî ye. Em ê birînên xwe bi hev re derman bikin.
Em ê vê xizaniyê ji holê rakin û aştiyê bi hev re ava bikin. Çavê bi hezaran kesên li derveyî welat li dengên we ye. Wê dengek vê îktîdarê biguherîne. Wê dengek qedera vî bajarî biguherîne. Em ê bi hev re bajarekî bi aram ava bikin. Em ê nehêlin ev we bieciqînin. Ka we çawa di 2014’an de li vir dîrok nivîsandibe, hûn dê di 14’ê Gulanê de jî binivîsin.”
Siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk jî ji ber nexweşiya xwe nekarî tev li mitîngê bibe û peyameke bi dîmen şand. Turk, di peyama xwe de wiha got: “Hûn ê siberojê diyar bikin. Piştî polîtîkayên zilmê ku ev demeke dirêj e di meriyetê de ne, êdî firsendeke dîrokî ketiye ber destê me. Em dixwazin ku hûn di bin sîwana Partiya Çepên Kesk de bibin yek û vê firsendê bi kar bînin. Ji we tevan re serkeftinê dixwazim.”
Piştî axaftinan, hunermend Şehrîbana Kurdî derket ser dikê.